Alîgirên Sedir li ber Parlamentoya Iraqê nimêja înê dikin

Alîgirên Tevgera Sedir îro înê nimêja cemaetê ya înê li ber avahiya Parlamentoya Iraqê encam didin.

Hewlêr (K24) – Alîgirên Tevgera Sedir îro înê nimêja cemaetê ya înê li ber avahiya Parlamentoya Iraqê encam didin.

Lijneya Hevahengiyê ya Serperiştyariya Mangirtina Tevgera Sedir ragihand, îro înê li Navçeya Kesk û bi amadebûna şoreşgerên Aşûra, li ber avahiya Parlamentoya Iraqê nimêja înê tê kirin.

Beriya niha çend caran li ser daxwaza Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir nimêja înê ya milyonî li dar xistin, lê belê vê înê tenê alîgirên Tevgera Sedir ên ku li ber parlamentoyê dest bi mangirtinê kirine, beşdar dibin.

Tevgera Sedir daxwaza hilweşandina Parlamentoya Iraqê dike.

Duh Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê ragihand, roja 30ê vê mehê, Dadgeha Federal ji bo biryardana li ser mijara hilweşandina parlamentoyê dicive.

Beriya niha Encûmena Bilind a Dadweriyê ragihandibû, mijara hilweşandina parlamentoyê di destê dadgehê de nîne.