Li Amerîkayê kesek bi tohmeta vekirina navenda rahênana çekdarên DAIŞê hat desteserkirin

"Xwestiye kesên ku dixwazin ji Amerîkayê biçin nav rêzên DAIŞê, rahênan bike."
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Amerîkayê kesek hat desteserkirin ku navendek ji bo rahênana çekdarên DAIŞê vekiriye, da ku di wê navendê de xelkê amade bike û bişîne nav rêzên DAIŞê.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand, li eyaleta New Mexico, kesek bi tohmeta vekirina navendek ji bo rahênana kesên ku dixwazin biçin nav rêzên DAIŞê hat desteserkirin, di wê navendê de li ser planên taktîkî û berevaniya xwe, hinek kes rahênan kirine û alîkariya maddî daye.

Di daxuyaniya Wezareta Dadê ya Amerîkayê de hat eşkerekirin, 23ê Tebaxa 2022yan de ew kes hatiye desteserkirin ku navê wî Herman Levon Wilson e û temen 45 salî  û bi navê Bîlal Ebdullah tê nasîn.

Hat diyarkirin ku Herman Levon Wilson bi pêşkêşkirina alîkariya maddî bo rêxistinên terorîst ên biyanî tohmetbar e û bi rêya vekirina navendeke DAIŞê li eyaleta New Mexico, xwestiye kesên ku dixwazin ji Amerîkayê biçin nav rêzên DAIŞê rahênan bike.

Herwiha hatiye eşkerekirin, Wilson li ser plana encamdana çend êrîşan li Amerîkayê bi rêya înternetê axiviye.