Fazil Mîranî derbarê rewşa Iraqê de hişyariyê dide

Fazil Mîranî hişyariyê ji teqîna nakokiyan di navbera hêzên siyasî yên Iraqê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di egera berdewambûna nakokiyan li Iraqê, hişyariya derketina şerê navxweyî li Iraqê.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî gotarek bi navê “Belê ji bo guftûgoyê, na ji bo şer” li malpera “Zeman” belav kir û tê de hişyariyê ji teqîna nakokiyan di navbera hêzên siyasî yên Iraqê dide.

Mîran amaje bi wê dike, di egera berdewamiya nakokiyên di navbera hêzên siyasî yên Iraqê de, rewşa Iraqê dê wek rewşa şerê Iraq – Îranê di salên heştê yên sedsala borî de û şerê Lubnanê yên salên heftê yên sedsala borî, aloz bibe.

Di beşeke din a gotarê de Mîranî dibêje, em li Herêma Kurdistanê ne amade ne bikevin serkêşiyekê ku peyama civakî bişewitîne yan jî ziyanê bigihîne destkeftên miletê me, ji ber wê Serok Barzanî bi berdewam banga xwe bo aramî û diyalogê di navbera aliyan de û xwedûrxistina ji her rewşeke metirsîdar dubare dike.

Mîran destnîşan dike: “Hîn jî em dibînin ku merivên aqilmend hene kar ji bo derxistina Iraqê ji vê rewşê dikin. Em li Herêma Kurdistanê hewl didin bibin hêmanek ji bo bihêzkirina Iraqê, her çend e tabûra xiyanetê hewla şewitandina xakê dabe jî, lê hîn jî em amade ne berevaniyê li niha û pêşeroja xwe bikin.”