Pakistan.. Hezar kesî di lehiyan de canê xwe ji dest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Pakistanî radigihînin, ji ber baranê û rabûna lehiyê, ji meha Hezîranê û vir ve zêdetirî hezar kesî canê xwe ji dest dane, tenê di 24 demjimêrên dawîn de jî 119 kes bûne qurbanî.

Rêveberiya Niştimanî ya Rêveberiya Karesatan a Pakistanê dibêje, ev barana wêranker, ji ber guherîna keşûhewayê ye, ew jî ji encama “kiryarên ne dadperwerane û ne berpirsyar” yên li ser asta cîhanê li hember jîngehê tên kirin” rû dide.

Diyar kir jî, di nava 24 demjimêrên dawî de, 119 kesan canê xwe ji dest dan û bi giştî hejmara kesên canê xwe ji dest dan derket 1033 kesan û li hin herêman baranên dijwar hîn jî dibarin.

Lehiyê bandor li zêdetirî 33 mîlyon kesan kiriye. Li gorî hukûmetê jî, lehiyê dora mîlyonek xanî hilweşandine. Her wiha zêdetir ji heştê hezar hiktar zeviyên çandiniyê zirar dîtine û zêdetirî 3400 km rê wêran kirine û 149 pire jî hilweşandine.

Desthilatdarên Pakistanî lehiyên îsal bi ya sala 2010an re berawird dikin ku di wê demê zêdetirî 2 hezar kesan canê xwe ji dest dan û dora % 20 ji xelkê welat asê mabûn.