Pêşmerge planeke êrîşkirina li ser kêlgeha gazê ya Kormorê pûç kir

Pêşmerge dest danîn ser 3 sekoyên mûşekên Katyûşa ku ji bo armanckirina kêlgeha gazê ya Kormorê hatibûn amadekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Planeke êrîşkirina li ser kêlgeha gazê ya Kormorê, ji aliyê hêza Pêşmerge ve hat pûçkirin.

Fermandariya Hêzên Komando di daxuyaniyekê de aşkere kir, Fewca 4 a Hêzên Komando îro 28ê Tebaxa 2022an li nêzîkî gundê Zemborê yê ser bi Germiyanê ve, dest danî ser 3 sekoyên mûşekên Katyûşa ku ji bo armanckirina kêlgeha gazê ya Kormorê hatibûn amadekirin.

Roja 25ê Hezîranê jî bi mûşekan êrîş li ser kêlgeha gazê ya Kormorê hatibû kirin û piştre Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Samanên Sirûştî Kemal Mihemed, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û hejmarek ji berpirsên din ên Hikûmeta Herêmê serdana wê kêlgehê kirin û biryar da, hêzên ewlehiyê yên zêdetir li derdora kêlgehê bên bicihkirin.

Kêlgeha gazê ya Kormorê ku di sala 2007an de hatiye damezrandin, dikeve sînorê nahiya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê. Kompaniyên Dana Gas û Hîlala Îmaratî veberhênanê tê de dikin.