Wezareta Pêşmerge: PKK nikare şer bike û navçeyan ji artêşa Tirkiyê re vala dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Erkana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, PKK nikare şerê hêzên Tirkiye bike û bi berdewamî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji hêzên Tirkiyê re vala dike û hêzên Tirkiyê lê bi cih dibin.

Serokatiya Erkana Wezareta Pêşmerge bersiva wan gotegotan dide ku medyaya PKKê li dijî li hêza Pêşmerge belav dike.

Serokatiya Erkana Wezareta Pêşmerge ragihand, ji heyama çend rojan ve, careke din medyayên ser bi PKKê dest bi helmeteke xapandinê ya li dijî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kirine û wiha belav dikin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li navçeyên çiyayên Amêdiyê û Zapê rê ji artêşa Tirkiyê re xweş kiriye ji bo şerê PKKê bike.

Di daxuyaniyê de hatiye, ji dema ku Herêma Kurdistanê dirust bûye, PKK her dem çavkaniya gef û serêşiyan ji xelkê Kurdistanê re bûye û bi neheqî bûye rêgir li pêş avedankirina bi sedan gundan.

Di beşeke din a daxuyaniyê de Serokatiya Erkana Pêşmerge behsa riftareke din a PKKê kiriye û tê de hatiye: “PKKê rê daye xwe nav û nîşanên navçe, çiya û geliyên Herêma Kurdistanê biguhêre û navên seyr û biyan li wan navçeyan bike.”

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye: “Di kiryareke nemirovane û dijî jîngehê de, çekdarên PKKê rê, gelî, kanî û daristanên Herêma Kurdistanê bombe kirine ku ev jî metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê asayî, kasibkar û gundiyan dirust kiriye. Her ji ber hebûna neyasayî ya PKKê li ser xaka Herêma Kurdistanê, beşeke mezin ji xelkê navçeyên sînorî mal û milkên xwe bi cih hîştine.

Serokatiya Erkana Wezareta Pêşmerge di xaleke din a daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku PKK sedema derbasbûna artêşa Tirkiyê ye û nivîsî: “PKK nikare şerê hêzên Tirkiyê bike û bi berdewamî navçeyên sînorî ji hêzên Tirkiyê re vala dike û hêzên Tirkiyê li dû xwe tînin. Ev di haletekê de ye, eger milmilane û şer di navbera Tirkiye û PKKê de hebe, divê meydana şer li navxweya Tirkiyê be.

Di daxuyaniyê de amaje bi wan wêneyên ku medyayên PKKê kiriye û belav kir: Medyaya PKKê çend wêneyên otomobîlên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji dûr ve belav kirine û îdia dikin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rê ji hêzên Tirkiyê re xweş kiriye. Ji bilî ku ew îdîa ti bingeheke wê tune ye, radigihînin jî ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê mafê wê ye li ser xaka xwe desthilata xwe bi kar bîne û erkên xwe bike û berevaniyê li xaka Kurdistanê bike.

Di dawiya daxuyaniyê de, Serokatiya Erkana Pêşmerge pirsekê arasteyî PKKê kir û nivîsî: Pirs ew e, hêzên PKKê bi heqî li ser xaka Herêma Kurdistanê ne û destê hêzên Tirkiyê li dû xwe radikişîne? Ji bo çi naçin navxweya Tirkiyê û gef û serêşiyê ji xelkê Kurdistanê re dirust dikin?