Sedir daxwaz ji alîgirên xwe kir: Ji Navçeya Kesk vekişin

Muqteda Sedir daxwaz ji hemû alîgirên xwe kir, ji pêş parlamentoyê vekişin û êdî xwepêşandanan nekin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir îro li Necefê di konferanseke rojnamevanî de daxwaz ji hemû alîgirên xwe kir, ji pêş parlamentoyê vekişin û êdî xwepêşandanan nekin.

Ji peyamên diyar ên Muqteda Sedir dane:

- Ez lêborînê ji gelê Iraqê dikim, ji ber ku ew tenê ziyanê ji vê rewşa rû daye dibîne.

- Piştî ku welatê min esîrê gendeliyê bû, mixabin niha esîrê gendelî û tundûtûjiyê ye.

- Min daxwaza xwepêşandên aştiyane, bi dest û dilê pak û hezkirina welat dikir, ne ku bi çek, ev ne şoreş e.

- Şoreşa bi top û Hawinan, ne şoreş e, nefret li wê şoreşê be. Ligel ku kê dest pê kiribe, madam tundûtûjî û kuştin ji vê şoreşê derket, ev ne şoreş e.

- Wek ku şoreşa Tişrînê ji aştîbûna xwe derket û min rexne lê girt, niha ez rexneyê li şoreşa Sedirî jî digirim.

- Spasiya hêzên ewlekariyê dikim, ji ber ku bêalî bûn.

- Xwîna Iraqiyan heram e

- Eger xwepêşander heta 60 xulekên din ji pêş parlamentoyê venekişin, ez heta ji Tevgerê berî dibim. Ez êdî heta xwepêşandanên aştiyane jî naxwazim.

Muqteda Sedir careke din tekezî li wê yekê kir ku êdî ew karê siyasî nake û ew ê wek welatiyekî Iraqî bimîne.

Li Bexdayê çi rû da?

Piştî ku Muqteda Sedir duhî 29ê Tebaxa 2022an di daxuyaniyekê de destê xwe ji siyasetê vekişand, alîgirên Sedir ketin Herêma Kesk û koşka Serokomariyê girtin.

Xwepêşandanên ku tevahiya rojê dom kirin di demek kurt de veguherî û şerê çekdarî û pevçûn di navbera çekdarên Seraya Selam ên ser bi Sedir ve û komên dijber de derketin.

Şer û pevçûnan îro danê sibê dîsa dest pê kir û her du aliyan bi çekên giran êrîşî hev kirin û di encamê de herî kêm 30 hatin kuştin û zêdetirî 300 kesî jî birîndar bûn.

Vekişîna Xwepêşanderan

Piştî daxwaza Muqteda Sedir a vekişîna ji xwepêşandanan û bidawîkirina aloziyan, alîgirên Sedir yekser dest bi vekişînê kirin.

Xwepêşanderekî li Navçeya Kesk a Bexdayê ji K24ê re axivî û got: “Muqteda Sedir moleta 60 xulekî ji bo vekişînê da,em jî niha vedikişin. Eger aliyê din venekişin, em ê careke din bên cihên xwe.”

Xwepêşanderekî din jî got: “Em bi fermana Muqteda Sedir hatine vê derê û bi fermana wî vedikişim. Em bê fermana wî, tiştekî nakin.”