“Piştî dagîrkirina Efrînê daristan lê nemane”

Bi milyonan darên zeytûn û meyweyan û daristanên herêma Efrînê hatine qutkirin û şewitandin
Birînda daran li daristaneke Efrînê
Birînda daran li daristaneke Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wan dike bi tawan û binpêkirinên xwe yên cuda berdewam in û dar û daristanên Efrînê jî bi berdewamî dibirin û didizin, bi awayekî ku daristan li nemane.

Çalakvanên Efrînê girtevîdyoyek li tora civakî belav kirin, tê de diyar dibe hejmarek kes darên li derdora gola Meydanekê ya Efrînê dibirin û li barhilgirekê bar dikin û didizin. Li gorî çalakvanan, kesên ku di vîdyoyê de diyar dibin û daran qut dikin, ser bi grûpa çekdar “Sultan Murad” ve ne.

Qutkirina dar û daristanan ji aliyê grûpên çekdaran ve, karvedan û hêrseke mezin li tora civakî li pişt xwe anî. Çalakvanên Efrînê dîmenên daristanên Efrînê yên berî û piştî dagîrkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve belav kirin û diyar kirin ku piştî dagîrkirina Efrînê, gelek daristan nemane.

Daristana bajarê Efrînê, berî û piştî dagîrkirina Efrînê
Daristana bajarê Efrînê, berî û piştî dagîrkirina Efrînê

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatiye dagîrkirin û ji wê demê ve gelek çalakvan û rêxistinên mafên mirovan raport û dîmenên qutkirina darên zeytûnan û meyweyên cuda û daristanan belav dikin û bang li dewleta Tirkiyê aliyên navdewletî dikin ku rê li ber vê tawanê bigirin, lê heta niha hemû alî bêdeng in.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê îro 1ê Îlona 2022an di raportekê de diyar kir, çekdarên mîlîşyayên Sultan Murad, Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam, daristana derdora gola Meydankê û daristanên di navbera gundên Kefer Rûmê, Qurtqulaq, Hilobiyê, Metîna, Gabeleka, Sînka, Berava, Çema, Omera, Dîgmedaş, Ereb Wêran, Fêrganê û Dêrsiwanê qut kirine ku hejmara darên hatine qutkirin digihe 650 hezar darî.

Daristana gola Meydankê, berî û piştî dagîrkirina Efrînê
Daristana gola Meydankê, berî û piştî dagîrkirina Efrînê

Her wiha da zanîn jî, grûpa çekdar a bi navê “El-Weqas” li rûbera 50 hiktarî darên daristana li rojavayê gundê Aşkaya Rojava birîne û wek êzing li parêzgeha Idlibê û bajarê Ezazê difiroşin.

Her wê rêxistinê pêr 30î Tebaxê jî di raportekê de diyar kir, grûpa çekdar a bi navê Hemzat bi armanca lêgerîna li şûnwaran, nêzîkî 500 darên zeytûnan ên gundê Dargirê yê li navçeya Mabeta hilkirine.

Herêma Efrînê, herêmek e ji bo çandiniyê lêhatî ye, piraniya xelkê wê debara xwe bi cotkarî çandiniyê dikin, ji ber wê bi milyonana darên zeytûn, sêv, hinar, tirî û cureyên cuda yên meyweyan lê hene, ji bilî wê jî gelek daristanên hiracî lê hene. Li gor çalakvanan jî, çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi armanca têkbirina jêrxaneya aborî ya Efrînê û ta ku Kurdên Efrînê yên resen neçar bibin ji cih û warê xwe koçber û derbider bibin, bi milyonan darên zeytûnan û meyweyan û darên hircî qut kirine û şewitandine.