Hevserokê Giştî yê HDP'ê banga “namzedê hevpar” li opozîsyonê dike

Mîthet Sancar
Mîthet Sancar

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDPê da xuyakirin, ji bo hilbijartinên Serokomariyê, wan banga namzetê hevbeş bo aliyên opozîsyonê kiriye, lê eger bersiv nebînin, dê namzetê xwe destnîşan bikin.

Hevserokê HDPê Mîthet Sancar da xuyakirin, ew ji bo hilbijartinên parlamentoyê di Tîfaqa Miletê de cih nagrin, ji ber ku tîfaqa wan ya Demokrasî û azadiyê heye.

Sancar da zanîn, derbarî xebatên maseya şeş a aliyên opozîsyonê de ew tên agahdarkirin û got, bang li aliyên opozîsyonê dikin, werin rêya ku dad û aştî û demokrasiyê bîne welat vekin û ji ber vê li ser bernameyekê rêk bikevin.

Sancar da xuyakirin, ew niha li ser navên namzetan nîqaş nakin, lê kesên bi pîvanên wane re naguncin jî qebûl nakin û got, armanca wan a sereke di gera yekem de hilbijartina namzetê hevbeş e.