Li Duhokê agir li kampeke awareyên Şingalê ket

Li navçeya Sêmêl a ser bi parêzgeha Duhokê agir bi kampeke awareyên Şingalê ket û 12 çadir şewitîn.

Duhok (K24) – Li navçeya Sêmêl a ser bi parêzgeha Duhokê agir bi kampeke awareyên Şingalê ket û 12 çadir şewitîn.

Berpirsê Tîmên Agirkujiyê yê Sêmêl ji K24ê re ragihand, tîmên wan karîne agir kontrol bikin ku 12 çadir şewitîn û hemû kelûpelên nav çadiran jinav çûne, lê ziyan negihîştiye canê ti kesî.

Li gor lêkolînên destpêkê, elektrîk bûye sedema şewatê, ji ber ku sîstema elektrîkê ya li nav kampê nehatiye rêkxistin.

Beşek ji nişteciyên li nav kampê behsa wê yekê dikin ku divê kampa wan were çakkirin û bi keresteyên bînasaziyê were çêkirin, da ku bûyerên şewata çadirên wan dubare nebin.

Piştî êrîşa DAIŞê ser Şingal û derdora wê di sala 2014an de, bi sed hezaran welatiyên Êzidî awareyî bajarên din ên Herêma Kurdistanê bûn û li çend kampan hatine niştecîkirin, lê belê piştî têkçûna DAIŞê û kontrolkirina navçeyê, beşeke mezin a Êzidiyan, ji ber hebûna çekdarên PKKê û aloziyan, nekarîne vegerin bo cih û warên xwe.