Artêşa Tirkiyê teqe li maleke gundê Hirorê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê îro danê êvarê bi çekê doşka çend gule li mala gundê Hirorê yê li devera Berwarî Bala li parêzgeha Duhokê reşandin.

Mûxtarê gundê Hirorê, Azad Hirorî ji K24ê re got, Artêşa Tirkiyê îro danê êvarê bi çekê doşka, çend gule li mala gundiyekî Hirorê yê bi navê Hacî Ebdulla reşandin.

Azad Hirorî diyar kir jî, di bûyera teqekirinê de ti ziyanên canî nebûn, lê belê bû sedema tirs û nîgeraniya gundiyan.

Demek e şer û pevçûn di navbera çekdarên PKK û hêzên Tirkiyê li derdora gundê Hirorê rû didin, lê piştî ku Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li wê deverê zêde kirin, tevgera çekdarên PKKê kêm bûye.