Helîkoptereke artêşa Sûriyê li Hemayê ket xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî leşkerî yê Sûriyê ragihand, îro danê sibê helîkoptereke leşkerî li bajarê Hemayê kete xwarê û di encamê de endamên tîma helîkopterê canê xwe ji dest dan.

Jêderekî leşkerî got: Îro danê sibê helîkoptereke leşkerî li bakurê rojhilatê Hemayê di dema erkê rahênanê de, di encama xeletiyeke teknîkî de ketiye xwarê û bûye sedema mirina karwanên helîkopterê.

Jêderekî leşkerî ji ajansa “SANA” re ragihand, Îro danê sibê helîkoptereke leşkerî di dema erkê rahênanê de bû ji ber şaşîtiyeke teknîkî de li bakurê rojhilatê Hemayê kete xwarê ket xwarê û 3 endamên tîma helîkopterê canê xwe ji dest dane.

Hin jêderên medyayî amaje bi wê yekê kir ku helîkoptera artêşa Sûriyê di nava avahiyên niştecihbûnê de li diwara El-Erbeîn a li bajarê Hemayê ketiye xwarê.

Ev bûyera duyemîn a ketina firokeyeke Sûriyê di nava 3 rojan de ye, ku beriya du rojan firokeyeke şer a rejîma Sûriyê li parêzgeha Siweydayê li başûrê Sûriyê ket xwarê û pîlotê wê birîndar bûbû.