Demîrtaş: Rêgirtina li cudabûnê di yekbûnê re derbas dibe

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ragihand: “Weke Kurdekî mafê min li Enqere û Trabzonê jî heye."
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ragihand: “Weke Kurdekî mafê min li Enqere û Trabzonê jî heye. Rêgirtina li cudabûnê ne di yekkirinê re, di yekbûnê re derbas dibe.”

Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, îro 6ê Îlona 2022yan, bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBIS) beşdarî 6emîn rûniştina Doza Kobanî ya li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bû.

Demîrtaş diyar kir, di doznameya ku derbarê wan de hatiye amadekirin, mijarên derbarê Pirsa Kurd, axaftina Kurdî û meseleyên girêdayî Kurdbûnê hene û dibêje: “Divê herkes ji vê yekê dersekê werbigire. Divê em dawiyê li van êşên ku ev sed sal in em hevdû didin jiyîn, bînin. Ji bo çareseriyê divê hinek kes wêrek bin. Divê ji azadiya xwe fedakariyê bikin. Ligel siyasetmedarên tirsonek û beredayî ev kar nameşe. Ji bo me siyasetmdarên wêrek pêwîst e.”

Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku şiyana Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsa Kurd heye û got: “Divê Komara Tirkiyê li beramber demokrasiyê ligel Ocalan hevdîtinan pêk bîne. Ew siyaseta berdewamiyê ku li ser nijadperestiyê hatiye avakirin ji mêj ve hilweşiyaye. Êdî dema guherînan e.”

Demîrtaş diyar kir ku li Tirkiyê çi siyasetmedar an jî hunermend, dema nêrînên wan ligel îdeolojiya fermî neguncin weke terorîst têne qebûlkirin û got: “Dibêjin ev der welatê Tirkan e, çi kesê hez neke bila bicih bihêle. Nexêr ev der welatê me hemûyan e. Weke Kurdekî mafê min li Enqere û Trabzonê jî heye. Rêgirtina li cudabûnê ne di yekkirinê re, di yekbûnê re derbas dibe. Yekbûn pirbûn e. Yek ziman û yek millet dirûşma Hîtler e.”