Liz Truss: Eger li derveyî Brîtanyayê asayîş tunebe li mala me jî tune ye

Serokwezîra Brîtanyayê di yekem gotara xwe de ragihand, ew ligel hevpeymanên xwe, berevaniya azadî û demokrasiya cîhanê dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Liz Truss wek Serokwezîra Brîtanyayê di yekem gotara xwe de ragihand, ew ligel hevpeymanên xwe, berevaniya azadî û demokrasiya cîhanê dikin.

Trusse diyar kir, eger li derveyî Brîtanyayê asayîş tunebe li mala me jî asayîş tune ye û got: “Niha dema wê yekê ye ku em kêşeyên bûne sedema rêgirtina li pêşveçûna Brîtanyayê, çareser bikin.”

Serokwezîra Brîtanyayê destnîşan kir: “Pêwîstiya me bi avakirina rê, xanî, avahî û xizmetguzariyên zêdetir heye, pêwîstiya me bi veberhênan û pêkanîna derfetên kar ên zêdetur heye li hemû bajar û bajarokên vî welatî.”

Liz Truss tekez kir ku divê lêçûnên li ser milên malbatan kêm bikin û got: “Ez dizanim hêsan nîne, lê belê em dikarin encam bidin, Brîtanya û hevpeymanên wê berevaniya azadî û demokrasiya hemû cîhanê dikin.”

Herwiha got: “Weke serokwezîr, sê karên min ên pêşîn hene, ez ê aboriya Brîtanyayê vejînim, li ser vê mijarê plana min heye, duyem; ez ê qeyrana enerjiyê çareser bikim, ku ji ber şerê Putin derketiye holê. Ez ê vê hefteyê pêngavên pratîk biavêjim ji bo misogerkirina pêwîstiyên enerjiyê ji bo siberojê. Ez bawer im ku xelkê Brîtanyayê dikarin bigihin bijîşk û xizmetguzariyên tendirustiyê yên pêwîst. Nabe em li ber ti astengiyekê çok deynin.”