Rapirsî: Li Tirkiyê rêjeya dengderên bêbiryar dadikeve

Kompaniya Rapirsiyê ya Metropoll rapirsiya xwe ya meha Tebaxê parve kir û li gor rapirsiya herî dawî, rêjeya dengderên "bêbiryar" di nava 8 mehên borî de ji %22,6 daketiye %13,6.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Rapirsiyê ya Metropoll rapirsiya xwe ya meha Tebaxê parve kir û li gor rapirsiya herî dawî, rêjeya dengderên "bêbiryar" di nava 8 mehên borî de ji %22,6 daketiye %13,6.

Rapirsiya ku di meha Tebaxê de li 28 bajaran ligel 1717 kesan hatiye kirin, derxistiye holê ku rêjeya dengderên ku ji bo hilbijartinên bê yên Tirkiyê bêbiryar bûn, daketiye.

Li gor lêkolînê, di meha Çileya 2022yan de rêjeya dengderên bêbiryar %22,6 bû, lê di meha Tebaxê de ev rêje daketiye %13,6.

Dengderên bêbiryar ku gotibûn di hilbijartinên sala 2018an de dengê xwe dane AK Partiyê, di meha Çileyê de ji sedî 8,1 bû, lê di meha Tebaxê de ev rêje daketiye ji sedî 4,7.

Herwiha dengderên bêbiryar ku gotibûn di hilbijartinên sala 2018an de dengê xwe dane CHPê, di meha Çileyê de ji sedî 2,4 bû, di meha Tebaxê de ev rêje daketiye ji sedî 2,3.

Heman rêje bo dengderên ku dengê xwe dane HDP, ji sedî 1,2 daketiye ji sedî 0,5.