Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewrûpa yê li Iraqê Ville Varjola, mijarên pêşvebirina demokrasiyê, mafên mirovan û mafên azadiyê û pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro çarşemê 7ê Îlona 2022yan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Yekîtiya Ewrûpa yê li Iraqê Ville Varjola civiya.

Di civînê de li ser bername û kar û çalakiyên tîma Yekîtiya Ewrûpayê ya li Iraq û Herêma Kurdisytanê û niyeta amadebûn û berfirehkirina çalakiyên Yektiya Ewrûpayê li Iraq û Herêma Kurdistanê axivîn.

Nêçîrvan Barzanî tevî pîrozbahiya ji bo destbikarkirina Serokê nû yê Nûnerê Şêwirmendiya Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê, hêviya serkeftinê jê re xwest û spasî û pêzanîna xwe ji bo rola alîkar û çalakiyên Yekîtiya Ewrûpayê û saziyên wê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Herwiha tekezî li ser girîngiya hevkarî û alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bo pêşvebirina warê demokrasiyê hat kirin.

Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û kêşeyên wan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hilbijartin û berfirehkirina ofîsa Yekîtiya Ewrûpayê li Herêma Kurdistanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Herwiha helwest û hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê û destpêşxeriyên ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi diyalog û hevtêgihîştin, bilind hat nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî tevî pêşkêşkirina kurteyek derbarê rewş û proseya siyasî ya Iraqê, tekezî li ser wê yekê kir ku bêyî gotûbêj û hevtêgihîştin û hestkirina berpirsyariya niştimanî, kêşeyên Iraqê çareser nabin, loma di vê qonaxê de divê hemû hêz û alî û pêkhateyên Iraqê, seqamgîriya siyasî wek erkê xwe yê sereke û pêşîn bibînin û ji bo vê mebestê kar bikin.