Tirkiye biryarên Encûmena Wezîrên Derve yên Komkara Erebî red dike

Wezareta Derve ya Tirkiyê: Tirkiye dê di şerê xwe yê li dijî gefên terorîstî û li dijî ewlekarî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de berdewam be
Wezareta Derve ya Tirkiyê
Wezareta Derve ya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye biryar û daxuyaniyên Komkara Erebî yên derbarê destêwerdanên Tirkiyê di karûbarên navxwe yên welatên Erebî (Sûriye û Iraq), red dike û dibêje, Tirkiye dê şerê xwe yê li dijî gefên terorê yên li ser ewlehiya wê ya netewî berdewam bike.

Wezîrên Derve yên Komkara Erebî li civîna Qahîreyê ya 6ê Îlonê, biryara avakirina Komîteyek dan ku hewlên Tirkiyeyê yên destêwerdana di welatên Erebî de werin şopandin.

Li ser vê yekê, Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ew biryar û daxuyaniyên Komkara Erebî bi tundî red dikin ku Tirkiye careke din bûye armanca tomet û îdîayên bêbingeh.

Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye dê di şerê xwe yê li dijî gefên terorîstî û li dijî ewlekarî û berjewendiyên xwe yên neteweyî di çarçoveya prensîb û bendên yasya navdewletî de berdewam be.

Her wiha got, şerê Tirkiyê li hember rêxistinên cudxwaz, bo parastina yekparçeyiya axa welatên cîran û serweriya wan ya siyasî jî girîng e û Tirkiye amade ye bi Komkara Erebî re hevkariyê bike.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di 24ê Tebaxa 2016an de, bi bihaneya şerê li dijî DAIŞê û HSDê dest bi destêwerdana rasterast a leşkerî li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.

Ji sala 2015ê ve piştî têkçûna proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de dest pê kirine, artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna baregahên PKKê, bi berdewamî navçeyên sînor ên Başûrê Kurdistanê topbaran û bombebaran dikin.