Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem koça dawî kir

Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.

Hewlêr (K24) - Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.

Koşka Buckingham bi daxuyaniyekê ragihand, Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem ku 70 sal e sembola welat e, di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.

Xelkê Brîtanyayê bi nîgeranî ve li benda vê agahiyê bûn.

Kurê Elizabetha Duyem, Charles dibe şahê welat û li şûna şahjina herî bi temen a Brîtanyayê rûdine.