Erdogan: Me serkirdeyekî mezin ê DAIŞê desteser kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê serkirdeyekî mezin ê DAIŞê desteser kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê serkirdeyekî mezin ê DAIŞê desteser kirine.

Recep Tayyip Erdogan piştî geşta xwe ya Balkan û di rêya vegerê de ragihand, serkirdeyê DAIŞê yê bi navê "Beşar Xetab Xezal El Sumeydeî" yê bi nasnavê "Ebû Zeyd" hat desteserkirin.

Erdogan diyar kir, li gor raporteke Neteweyên Yekbûyî, ku di meha Tîrmeha îsal de hatiye belavkirin, Beşar Xetab Xezal El Sumeydeî yek ji berpirsên mezin ê rêxistina DAIŞê ye.

Medyaya Tirkiyê ragihandiye, kesê hatiye desteserkirin, di rastiyê de kesekî naskirî yê bi navê "Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî" ye û gumana wê yekê heye ku xelîfeyê nû yê DAIŞê be.

Erdogan destnîşan kiriye ku bûye demeke dirêj, ew çavdêriya pêwendiyên vî terorîstî yên li Sûriye û Stenbolê dikin û zanyariyên wê yekê jî li ber dest bû ku ew dixwaze bi qaçaxî derbasî Tirkiyê be.

Herwiha eşkere kir ku hêzên ewlehiyê yên Stenbolê û îstixbarata Tirkiyê (MÎT) di operasyonekê de Beşar Xetab Xezal El Sumeydeî desteser kirine.