Erdogan derbarê Ocalan û Demîrtaş de daxuyanî da

Erdogan li ser gotinên Kemal Kiliçdaroglu: “Niha jixwe ji destê wan bê dê çi bikin; dê bibêjin 'Ez ê Abdullah Ocalan jî bi biryara KHKyê berdim', dê ji bo Demirtaş jî bibêjin."

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser gotinên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû kesên ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatine dûrxistin, vegerînin ser karên wan, got: “Niha jixwe ji destê wan bê dê çi bikin; dê bibêjin 'Ez ê Abdullah Ocalan jî bi biryara KHKyê berdim', dê ji bo Demirtaş jî bibêjin. Desthilatiyeke wisa heye? Heta ku em li vî welatî siyasetê bikin ev kar ne hêsan in.”

Recep Tayyîp Erdogan dema ji serdana xwe ya Bosna, Sirbistan û Xirvatistanê vegeriya, di balafirê de derbarê rojevê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li ser pirsa derbarê gotinên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de, ku gotibû dê kesên ku bi KHKyê ji kar hatine dûrxistin dê vegerînin ser karên wan, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got: “Çi ye; derbarê FETOyan, KHKyiyan de dibêje 'ez ê wan berdim', tu kî yî, tu çi berdidî. Eger ev dewlet dewleteke hiqûqê be, di vê dewleta hiqûqê de desthilatdariya ku dê vê biryarê bide diyar e. Ku der e? Daraz e. Daraz biryara vê dide. Lê ew, vê biryarê ji darazê re nahêle, ew ê wê biryarê bide. Yanî ji xwe carek ev darazê jî nasnakin, qanûnê jî nasnakin. Divê ji Bay Kemal re bê pirsîn, `Ti vê desthilatdariyê ji ku ve werdigrî. Lê yên ku li dora wê maseyê ne jî di derbarê vê mijarê de ecêbiya wan heye. Carek desthilatdariyeke wiha wiha tune ye.

Erdogan di axaftina xwe de derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî axivî û got: “Niha jixwe ji destê wan bê dê çi bikin; dê bibêjin 'Ez ê Abdullah Ocalan jî bi biryara KHKyê berdim', dê ji bo Demirtaş jî bibêjin. Desthilatiyeke wisa heye? Heta ku em li vî welatî siyasetê bikin ev kar ne hêsan in.”

PEYAMA LI SER YÛNANISTANÊ

Erdogan li ser kêşeyên navbera Tirkiye û Yûnanistanê jî ragihand: “Ji aliyekî ve li Egeyê binpêkirinên wan hene, li firokeyên me yên ku hin ji wan wezîfeyên NATOyê dikin, çewisandin hene, bi mûşekên S-300an re heta kilîdkirina radarê tevgerên destwerdanê hene. Ji kesên ku behsa bûyera me ya S-400an dikin, derbarê S-300ên Yunanistanê de heta îro tiştek bihîstiye? S-300 jî yên Rûsyayê ne. S-400 jî yên Rûsyayê ne. Lê ji wan re deng dernaxin. Ew çekdarkirina giravan di bin pozê me de li dijî statuya ne leşkerî ya ku bi peymanan pêk tê berdewam dikin.”