Li Stenbolê bûyera trafîkê: Gelek kes birîndar bûn

Li navçeya Avcilarê ya ser bi Stenbolê ya Tirkiyê, 4 metrobusan li hev qelibîn û di encamê de 99 kes birîndar bûn.
Stenbol
Stenbol

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Avcilarê ya ser bi Stenbolê ya Tirkiyê, 4 metrobusan li hev qelibîn û di encamê de 99 kes birîndar bûn.

Îro danê êvarê 9ê Îlona 2022yan, li rawestgeha Avcilarê 2 metrobusên ku her yek ji aliyekî ve dihat li hev qelibîn û 2 metrobusên ku li pişt wan jî dihatin li wan her du metrobusan dan. Di encama bûyerê de 99 kes birîndar bûn.

Tîmên tendirustiyê û polîs gihîştin cihê bûyerê û rêwiyên ku di metrobusan de asê mabûn rizgar kirin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlikaya li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, di bûyera Avcilarê de 4 metrobusan li hev dane û 99 kes birîndar bûne.