Tirkiye çekdarên YBŞê li Şingalê dike armanc

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Tirkiyê otomobîleke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li Şingalê kire armanc.

Jêderekî ewlekariyê ji K24ê re ragihand, îro di êrîşeke asmanî ya Tirkiyê de, du otomobîlên leşkerî yên YBŞê li Şingalê hatin armanckirin.

Ji aliyê xwe ve, medyaya nêzîkî PKKê belav kir, artêşa Tirkiyê bi riya firokeyeke bêfirokvan otomobîleke çekdarên YBŞê kir armanc.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, otomobîleke çekdarên YBŞê li gundê Behrebay yê ser bi Xanesorê ve li nêzîkî baregeheke artêşa Iraqê kiriye armanc.