Serok Barzanî ligel Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Îlona 2022an pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir.

Di hevdîtinê de, encamên nerênî yên rewşa siyasî li ser welat û pêwîstiya piştbestina bi zimanê diyalogê û peyrewkirina şêwazên destûrî û yasayan hatin gotûbêjkirin. Ew jî ji bo derbaskirina nakokiyan û gihîştina bi çareseriya ku di berjewendiya gelên Iraqê de be.

Her du aliyan tekezî li giringiya birêveçûna hilbijartinên pêşwext kirin, ew jî piştî amadesaziyên yasayî û li gorî mîkanîzmên destûrî berî pêkanîna hikûmetekê ku xwedî desthilatdariyên temam be û baweriya hemû aliyan bi bernameyên wê hebe. Tekezî li pêwîstiya berdewamiya karûbarên Encûmena Nûneran heta berêveçûna hilbijartinan hate kirin.

Herwiha her du aliyan amadebûna xwe ji bo beşdariya avaker bo lihevhatina nêrînan di navbera hemû aliyan de û amadebûna xwe ji bo avêtina her pêngavek ku xizmeta berjewendiyên niştimanî, alîkariya aştiya civakê û parastina ewlekarî û berjewendiyên welatiyan bike, nîşan dan.

Hevpeymaniya Siyade û Partiya Demokrat a Kurdistanê her wiha hevnêrîn bû li ser berdewamiya pêwendiyan û hemahengiya hevbeş, wergirtina helwestên hevbeş ji bo xizmetkirina berjewendiyên bilind ên welat.