Bi hezaran Sûriyên li Tirkiyê dest bi “karwaneke koçberiya” ber bi Ewropayê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî mirina penaberan di deryaya Egeyê li daristanan, penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin, dest bi kempîneke nû ji bo gihştina Ewropayê kirine, kempîna wan jî bi navê “Karwanê Ronahiyê” ye.

Kempîna penaberan ji beriya heftiyekê li ser torên civakî dest pê kiriye û derdora 70 hezar kes wan dişopînin. Rêkxerên vê kempînê daxwaz ji xelkê dikin ku kîsên xewê, kon, êlekên rizgarbûnê, xwarin, av û pêdawîstiyên hawarçûnê bi xwe re bibin.

Armanca Karwanê Ronahiyê, gihştina penaberan bi rêya sînorê bejahî ji bo welatên Ewropayê ye û hejmara wan niha gihîştiya 8 hezar penaberan.

Yek ji rêkxerên vê kempînê ji “France press” re gotiye,  karwanê wan dê li ser koman dabeşkirî be ku her komek dê ji derdora 50 kesî be û dê rêberê her komekî hebe. Her wiha wî tekez kir ku dema çûnê hîn nehatiye destnîşankirin û her dema destnîşan bikin, ew ê rabigihînin.

Jêderê AFP ku nexwestiye nasnameya wî were aşkerekirin got, rêkxerên vê kempînê li Ewropa jî hene û dê piştevaniya kempîna wan bikin.

Derdora 3 miliyon û 700 hezar penaberên Sûrî li Tirkiyê dimînin, di vê dema dawî de gotara siyasî ya piraniya partiyên Tirkiyê li dijî penaberan tûj bûye û desthilatdarên Tirkiyê jî mehane hejmarek ji penaberên Sûrî vedigerîne Sûriyê. Piştî daxuyanên berpirsên Tirk ên asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyê re jî, penaberên Sûrî metirsîdar in.

Berî niha mîna van kempînan ji bo gihştina Ewropayê ji aliyê penaberan ve hatine kirin, lê tevahiya wan jî bi ser neketin. Di sala 2015an karwanekê ji bajarê Edirneya Tirkiyê dest pê kiribû têk çû û Karwana “Hêvî” a sala 2020an jî têk çû.

Li gorî hin şopîneran jî, “Kampîna Kerwana Ronahî” karvedanek e ku ji ber zêdebûna fişarên nijadperestî li ser Sûriyan û dijwariya jiyanê piştî bilindbûna kelûpelan û kirêya xaniyan %200 di du salên de, hatiye ragihandin.