Piştî heft salan xebatên li Bendava Xinis dest pê dikin

Biryar e di demeke nêz de xebatên avakirina bendavê werin temamkirin ku salane şiyana wê ya embarkirina heft milyon metre sêca av heye.

Hewlêr (K24) – Piştî heft salan careke din xebatên li Bendava Xinisê ku weke duyem bendava herî mezin a li Duhokê tê hejmartin, dest pê kir.

Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî 9 milyar û 200 milyon Dînar ji bo temamkirina projeya Bendava Xinisê terxan kir, niha piştî 7 salan xebatên li projeya bendavê dest pê kir.

Biryar e di demeke nêz de xebatên avakirina bendavê werin temamkirin ku salane şiyana wê ya embarkirina heft milyon metre sêca av heye.

Bendava Xinis li ser rêya Gumil a li sînorê navçeya Şêxan tê avakirin, bilindahiya bendavê 145 metre ye, paniya wê 35 metre ye û şiyana wê ya embarkirina heft milyon metre sêca av heye.