Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Brîtanyayê kir

Ji bo gihandina peyam sersaxiyê bi boneya koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê kir.

Hewlêr (K24) – Ji bo gihandina sersaxiyê bi boneya koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê kir.

Îro duşemê 12ê Îlona 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem, li bajarê Hewlêrê, sersaxî û hevxemiya Hikûmeta Herêmê û xelkê Kurdistanê bi rêya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê David Hunt ji xelkê Brîtanyayê re ragihand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di tomara taziyeyê de bi navê Hikûmeta Herêmê û gelê Kurdistanê, sersaxî li malbata qraliyetê, hikûmet û xelkê Brîtanyayê kir.

Roja 8ê Îlona 2022yan, Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.

Şahjin Elizabetha Duyem zêdetirî 70 sal li ser textê qraliyetê yê Brîtanyayê mabû ku di dîroka Brîtanyayê de hikûmraniya herî dirêj kiriye.