Azerbaycan: Di êrîşên Ermenistanê de 50 leşker hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê ragihand, di encamên êrîşên Ermenistanê de 50 leşkerên artêşa wan hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê ragihand, di encamên êrîşên Ermenistanê de 50 leşkerên artêşa wan hatine kuştin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê de hatiye diyarkirin, şeva 12ê Îlonê, artêşa Ermenistanê dest bi êrîşkirina ser navçeyên Daşkesen, Kelbecer, Laçîn û Zengîlan ên li ser sînor kiriye.

Hat eşkerekirin ku 50 leşker ku 42 ji wan leşkerên artêşê û 8 jî pasevanên sînor bûne, di wan êrîşan de hatine kuştin.

Li ser vê mijarê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê peyameke sersaxiyê ji bo leşkerên Azerbaycanê belav kiriye û herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî diyar kiriye ku Azerbaycan ne bi tenê ye.

Herwiha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov şer û pevçûnên li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê gotûbêj kirine.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî daxwaz kir, demildest şer û pevçûnên navbera Ermenistan û Azerbaycanê werin rawestandin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan pêwendiyeke telefonî ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron encam da û Macron tekezî li ser wê yekê kiriye ku zêdebûna aloziyan nayê qebûlkirin û divê rewş were aramkirin.