Efrîn.. 13 kes ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

Di nava kesên hatine revandin jin û kalemêr jî hene
Bajarokê Cindirêsê
Bajarokê Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 13 welatiyên Kurd ji navçeyên Cindirês û Mabeta revandin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a navê “Polîsa Leşkerî” roja 8ê Tebaxa 2022an, 4 welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê revandin.

Kesên hatine revandin navên wan Zeîm Mihemed Oso, Mistefa Fîlik Naso, Macid Îbrahîm Mihemed û Yûsif Qadir in.

Wî jêderî da zanîn jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 10ê vê mehê bi ser gundê Dargirê yê li navçeya Mabeta de girt û Mixtarê gund û 8 kesan ve revandin ku di nava de jin û kalemêr hene.

Kesên hatine revandin: Mixtarê gundê Dargirê Cîhad Sebrî Dawûd (48 salî), Sebah Qilêç (jineke 65 salî) Mihemed Xelîqula (70 salî), Henan Egêlo (80 salî), Ehmed Betal (90 salî), Izet bekir Elî (70 salî), Mihemed Bekir (65 salî), Gulîn Bekir Elî (50 salî), Mistefa Sito (35 salî) û Sebrî Ehmed Mihemed (48 salî) ne.

Wî jêderî destnîşan kir, piştî ku çekdaran fidye (pere) ji kesên hatine revandin ew berdan, tenê çarenivîsa gundê Dargirê Sebrî Ehmed Mihemed ne diyar e.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve bi armanca ku Kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin yan jî pere, fidye û bacan ji wan bistînin, welatiyan direvînin û eşkence didin.