Platforma Ked û Demokrasî: Bila talankirina xwezayê bê rawestandin

Platforma Ked û Demokrasiyê: Bi birîna daran xweza tê talankirin û hevsengiya xwezayê tê tekbirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Diyarbekirê derbarê birîna daran û zirardayîna xwezayê de civîneke çapemeniyê li dar xist û bang hate kirin ku zirardayîna xwezayê were rawestan.

Ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve li Diyarbekirê di avahiya Sendîkeya Kedkarên Tendirustiyê de derbarê birîna daran de civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Di civînê de Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Abdulsamet Ucaman daxuyaniyek xwend û amaje kir, bi birîna daran xweza tê talankirin û hevsengiya xwezayê tê tekbirin ku ev yek rê li ber karesatên xwezayî vedike.

Hat gotin ku zirardayîna xwezayê ji bo berjewendiyên bazirganiyê tên kirin û şûna darên hatîn birîn otel û restoran tên avakirin.

Di daxuyaniyê dehate destnîşankirin, li Dêrsim, Şirnex û Licê jî bi heman mebestê dar tên birîn û xweza tê talankirin û ku divê demildest ev gav werin rawestan ku heta niha ti lêpirsînek an jî lêkolînek derbarê vê rewşê de nehatiye kirin.

Diyar kir jî, hemû zindiyên di van erdnîgariyan de dijîn, ji van polîtîkayan zirarê dibînin û divê derbarê berpirsiyaran de gavên hiqûqî werin avêtin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê qedexekirina hemû cure çalakiyên Şirnexê de jî da zanîn ku ew ê ji bo pêşîlêgirtina van polîtîkayan hemû rêbazên demokratîk bi kar bînin.