Siyasetmedar daxwaza dengên Kurdan dikin, Kurd jî daxwaza çareseriyê dikin

Siyasetmedarên desthilatdar û opozîsyona Tirkiyê ev demek e serdanên xwe yên ji bo bajarên Bakur zêde kirine. Siyasetmedarên herdu aliyan ji bo hilbijartinê daxwaza dengên kurdan dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Siyasetmedarên desthilatdar û opozîsyona Tirkiyê ev demek e serdanên xwe yên ji bo bajarên Bakur zêde kirine. Siyasetmedarên herdu aliyan ji bo hilbijartinê daxwaza dengên kurdan dikin.

Siyasetmedarên AK Partiyê ji Kurdan re dibêjin; wan dawî li siyaseta înkarkirina Kurdan anîne û ji bo gavên bihêztir daxwaza piştgiriyê dikin. Partiyên opozîsyonê jî rexneyan li desthilatdariyê digirin û dibêjin; AK Partiyê tiştek çareser nekir û pirsgirêk kûrtir kir, lê ew dê pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Li Bakur û Tirkiyeyê rojeva hilbijartinên 2023an hêdî hêdî germ dibe. Siyasetmedarên desthilatdariyê û opozîsyonê li bajarên Kurdan jî derketine qadê û daxwaza dengên kurdan dikin. Di hilbijartinên 20 salên dawiyê de Kurdan herî zêde piştgiriya AK Partiyê kirine. Li gorî nirxandina siyasetmedarên AK Partiyê, di heyama desthilatdariya wan de hin mafên kurdan hatine naskirin û dawî li polîtîkayên înkarkirin û asîmîlasyona Kurdan anîne.

Serokê Rêxistina AK Partiyê ya Diyarbekirê Mehmet Şerîf Aydin ji K24ê re ragihand: “Di 20 salên desthilardariya xwe de AK Partiyê hin gavên wekî şoreşê avêtin. Me hewl da ku em pirsgirêkên aliyên parêzker û pirsgirêkên kurdan çareser bikin. Me riya perwerdehiya hilbijêr ya kurdî vekir. CHP nikare pirsgirkên kurdan û civakê çareser bike. Li gorî baweriya min heger CHP bibe desthilatdar dê CHPê destkeftiyên kurdan têk bibe.”

Li Bakur û Tirkiyeyê kurd herî zêde dengên xwe didin AK Partî û HDPê. Li gorî encamên hin rapirsiyan AK Partî wekî berê dengan ji kurdan nagire, lê belê dengên HDPê yên ku ji kurdan digire zêde dibin.

Li gorî siyasetmedarên CHPê; kurdên ku ji AK Partiyê dûr dikevin berê xwe didin CHPê. Siyasetmedarên CHPê dibêjin; heger kurd di vê hilbijartinê de piştgiriya wan bikin dê bibin desthilat û dê pirsgirêka kurd di parlementoyê de bi rê û rêbazên demokratîk çareser bikin.

Serokê Rêxistina CHPê ya Diyarbekirê Abdullah Atîk ji K24ê re diyar kir: “Em li gund û bajaran digerin, di nava xelkê de ne.  Em diçin her derê. Her kes ji me re dibêje ka hûnê kengê werin û me ji vê zilmê xilas bikin. Ji me re dibêjin; hûnê kengê bibin desthilatdar û dadweriyê cîbicî bikin. Hûn kengê xelkê me yê di zindanan de derxînin, yên derve.. Em ji tawanbaran re tiştekî nabêjin lê belê gelek mirovên yên bêtawan hene.”

Her ji beriya hilbijartinan hem desthilatdar hem jî opozîsyon daxwaza dengên kurdan dikin. Siyasetmedaran heta niha carina gotine; riya endametiya Yekitiya Ewrûpa di Diyarbekirê re derbas dibe, carina jî gotine; ew rastiya pirsgirêka kurd nas dikin, carina jî gotine; di belgeyan de jî navê vê axê Kurdistan e û bi van gotinan xwestine dilê kurdan xweş bikin û dengên wan bigirin. Heta niha partiyên ku dengên kurdan girtine bûne desthilatdar û dilê wan xweş bûye, li beramberî vê yekê dilê kurdan hê jî biêş e.