Fermandarê Hêzên Almanyayê: Pêşmerge hêzeke profesyonel e

Fermandarê Hêzên Almanya yê li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên Pêşmerge hêzeke profesyonel e û Wezareta Pêşmerge ji bo çaksaziyê pêngavên baş avêtine.

Hewlêr (K24) – Fermandarê Hêzên Almanya yê li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên Pêşmerge hêzeke profesyonel e û Wezareta Pêşmerge ji bo çaksaziyê pêngavên baş avêtine.

Fermandarê Hêzên Almanya yê li Iraq û Herêma Kurdistanê beşdarî nimayîşa derûyên  Pêşmerge yên xula dehem a Fermandariya Barzan bû û ji Kurdistan24ê re ragihand: “Bi nêrîna min, Pêşmerge hêzeke profesyonel e û ez agahdar im ku Wezareta Pêşmerge pêngavên baş ji bo çaksaziyê avêtine.”

Herwiha diyar kir: “DAIŞ hîn jî li Kurdistan û Iraqê gefê dixwe. Loma eger siyasetmedarên Almanyayê rê bidin, em ê di piştevaniya Kurdistanê de berdewam bin.”