Artêşa Tirkiyê deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê careke din deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran kir û di encamê de welatiyek birîndar bû.

Zaxo (K24) – Artêşa Tirkiyê careke din deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran kir û di encamê de welatiyek birîndar bû.

Îro înê 16ê Îlona 2022yan, ji ber topbarana artêşa Tirkiyê, li gundê Evlihê yê navçeya Batîfa ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê welatiyek birîndar bû.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, navê welatiyê ku birîndar bûye, Mehdî Ebas Ne'man e û 46 salî ye, parçeyekî gulletopek li ber destê wî ketiye û li Nexweşxaneya Zaxoyê tedawiya pêwîst ji bo wî hatiye kirin û tendirustiya wî baş e.

Ji bilî birîndarbûna welatiyê bi navê Mehdî Ebas Ne'man, heta niha ziyanên topbaranê eşkere nebûye.

Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê, gelek caran deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike û gelek ziyanên canî û maddî li navçeyên geştyariyê û gundên wan deveran gihandine.

Roja Tîrmeha 2022yan, di encana topbarankirina seyrangeheke sînorm îdareya Zaxo, neh welatî şehîd bûn û 23 welatî jî birîndar bûn, ku hemû geştyarên Ereb bûn.