Paşperdeya hedîtinên di nava Tirkiye û Sûriyê de

Li gorî hin şarezayan, Rojhilata Navîn cografyayeke zor zehmet e û biryarên êvarê têne girtin, serê sibehê dikare bêne guhartin
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Îstixbartata Tirkiyê Hakan Fîdan çû Şamê bi Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memluk re hevdîtinek pêk anî. Karvedanên vê rûdanê li Tirkiyê berdewam dikin. Li gorî şarezyên babetê di egera pêkhatina pêywendiyeke siyasî ya di nava Enqere û Şamê de egera we heye çaresenûsa şerê li Sûriyê ku ev 10 sal in berdewam dike biguherîne.  

Heta 15ê Adara 2011an Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serok Dewletê Sûriyê Beşar Esad hevalê hev bûn. Bi malbatî jî serdanên hev dikirin. Lê piştî vê salê şer dest pê kir li Sûriyê, Erdogan ji Esad re got "terorîst", Esad jî ji bo ku Erdogan di nava xaka Sûiryê de operasyon pêk anîn jê re got "diz". Tam 11 sal in wek du dijminan hev sûcdar dikin. Lê ev du salên dawînin li ser zextên Rûsyayê her du alî jî biryar dane ku pêywendiyan ji nû ve saz bikin. Ji bo vê jî di nava meha Tebexê de Serokê Îstixabara Tirkiyê Hakan Fîdan çû Şamê dû rojan li wê derê ma û digel hevpîşeyê xwe Serokê Îstixbara Sûriyê Elî Memluk hevdîtin pêk anî, ji bo sazkirina bingeha hevdîtinekê ya di nava Wezîrê Karên Derve Yê Tirkiyê Mevlût Çawisoglu û Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Feysal Mîqadat. Li gorî hin şarezayên babetê digel zextên Putîn, Tirkiye di warê penaberan de jî gelek tengav bûye û neçar maye ku êdî pêywendiya xwe ligel Şamê xurt bike. 

Çavdêrê Siyasî Rojnameger Yaşar Aydin ji K24ê re got: “Hin tişt bi lezgînî çêdibin, dibe ku Esad careke din bibe Esed û siyaseteke dijminane bê meşandin. Desthilata Tirkiyê ji ewlehî û PYDê wêdetir, kêşeya penaberan kiriye siyaseta navendî. Piştî aboriyê, zêdetir kêşeya penaberan jê kêm dike, loma bilez dike; ji bo şûndevegerandina penaberan bi Sûriyê re xwe xweş dike.”

Li gorî şarezayên mijarê proseya normalîzasyonekê ya di nava Enqere û Şamê de eger çarenûs û reng û dirûvê şerê ku ev 10 sal in li Sûriyê berdewam dike bigûherîne. Lê di heman demê tê gotin nêzîkbûneke di nava Şam û Enqerê de egera wê heye destkeftiyên Kurdan yên li Rojava jî bixe bin metirsiyekê.

Pisporê Pêywendiyên Navdewletî Îbrahîm Varl dibêje: “Sifre sifreya guran e, proseyek zor li bendeyî Kurdan e. Dema Enqere û Şam lihev rûnin, wê çaresenûsa Kurdan çawa be li Rojava, ew bixwe jî nizanin û hêzên hevpeyman yên deverê jî nizanin. Rojhilata Navîn cografyayeke zor zehmet e û biryarên êvarê têne girtin, serê sibehê dikare bêne guhartin. Loma ev nêzîkbûn eger e destkeftiyên Kurdan bixe bin metirsiyekê.”

Li gorî çavkaniyên payebilind yên Tirkiyê jî, Rûsya dixwaze hêzên xwe yên li Sûriyê vekişîne Ukraynayê ji bo vê jî hem ji Enqerê û hem jî ji Şamê daxwaz dike bi lezgînî pêywendiyên siyasî bêne danîn. Lê li aliyê Tirkiyê jî, di warê vekişîna leşkerên Rûsyayê ya ji hin deverên Sûriyê de nerazîbûnek heye, ji bo ku hêzên girêdayî Îranê li wan deveran bi cih dibin. Her çiqas Tirkiye di warê hebûna hêzên girêdayî Îranê de nerazîbûna xwe raber dike bike jî, ji aliyê Esad ve ne Îran lê Tirkiyeya ku endama NATOyê ye wekî hêzeke dagirker tê binavkirin ji ber li ser hin deverên erdê Sûriyê leşkerên Tirkiyê hene.