Li Diyarbekirê jinan kuştina Jîna Emînî bi çalakiyekê şermezar kir

Jinan di daxuyaniyên xwe de bertek nîşanî rejîma Îranê dan û gotin; ji ber ku jinên kurd li hemberî rejîma Îranê serî nadanin her roj rastî sizayên giran tên.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê jinên endamên Platforma Jinan ya Dîcle Amedê (DAKAP) kuştina keça Kurd a Rojhilatî Jîna Emînî bi çalakiyekê protesto kir. Jinan di daxuyaniyên xwe de bertek nîşanî rejîma Îranê dan û gotin; ji ber ku jinên kurd li hemberî rejîma Îranê serî nadanin her roj rastî sizayên giran tên.

Endamên DAKAP’ê, li Parka Hazal ya navçeya Yenîşehîrê kom bûn û bi dirûşm û belavokan kuştina Jîna Emînî protesto kirin. Di kongreya rojnamegerî de parlementera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît got; ew kuştina Jîna Emînî bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ya ji bo jinên têkoşerên li dijî rejîma Îranê ne radigihînin.

Di daxuyaniyê de ku li ser navê jinan hat ragihand, wiha hat gotin: “Li Kurdistan, Tirkiye, Iraq, Îran, Sûrî, Azerbeycan, Efxanistan, Pakistan û Ermenistanê her roj jin rastî destdirêjiyê û tundiyê tên.  Em ê li hemberî şer û rejîmên li dijî jinan li qadan bin û dê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Em ê cîvakeke demokratîk, azad, ekolojîk, azad û wekhev ava bikin.”

Jinan piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê li dar xistin û dirûşm gotin û belav bûn.