Li Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanên ji ber kuştina Jîna Emînî de kuştî û birîndar hene

"Ji ber teqeyên hêzên ewlehiyê, li bajarê Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm çar kes hatin kuştin û deh kes jî birîndar bûn."

Hewlêr (K24) – Li Rojhilatê Kurdistanê li hember kuştina Jîna Emînî xwepêşandan têne lidarxistin û di alozî û tevliheviyan de kuştî û birîndar hene.

Malpera Kurdpa News îro duşemê 19ê Îlona 2022yan ragihand, di xwepêşandanên ji ber kuştina Jîna Emînî de tundûtûjî derket û ji ber teqeyên hêzên ewlehiyê, li bajarê Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm çar kes hatin kuştin û deh kes jî birîndar bûn.

Kurdpa eşkere kiriye ku hêzeke mezin a ewlehiyê li bajarê Dîwandere hatiye belavkirin, alozî û tevlihevî berdewam in û bi dehan xwepêşander jî hatine desteserkirin.

Herwiha diyar kiriye ku dengên teqeyan li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê têne bihîstin.

Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji ber eşkencedanê ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li pey xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqizî û çend bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê dest pê kirin.