Erdogan: Mesele ne mijara Kurd-Tirk e

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Tirk jî û Kurd jî welatiyên min in, Ereb jî welatiyên min in. Em ti car cudahiyê di navbera wan de nakin û me qet nekiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Tirk jî û Kurd jî welatiyên min in, Ereb jî welatiyên min in. Em ti car cudahiyê di navbera wan de nakin û me qet nekiriye." Erdogan dibêje ku li Tirkiyê pirsa Kurd tune ye û got: “Eger hûn bûyerê wek pirsa Kurd û Tirkan binirxînin hûn ê xelet bin. Bûyer ne pirsa Kurd û Tirkan e. Bûyer bi tevahî meseleya terorîstan û ne terorîstan e.”

Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo 77emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, bû mêvana televîzyona PBS a Amerîkî  û behsa siyaseta welatê xwe û rojeva cîhanê kir.

Erdogan diyar kir ku NATO rêxistineke ligel rêxistinên terorê nîne, rêxistinek e ku li dijî terorê têkoşînê dike û got: "Xala pêncemîn a NATOyê xaleke taybet e ku armanca wê parastina hevbeş a endamên wê ye û em li bendê ne ku ev yek were cîbicîkirin. Ji ber ku em 40 sal in li dijî terorê şer dikin."

Li ser pirsa "Ne tenê li Swêd û Fînlanda, li Sûriye, Iraq û welatê we jî pirsgirêka Kurdan heye. Li gorî we ev pirsgirêk çawa dikare were çareserkirin?" Erdogan got: “Berî her tiştî em vê yekê serast bikin, eger hûn bûyerê wek pirsa Kurd û Tirkan binirxînin hûn ê xelet bin. Bûyer ne pirsa Kurd û Tirkan e. Bûyer bi tevahî meseleya terorîstan û ne terorîstan e. Niha Li bakurê Sûriyê Kurd û Ereb hene. Li aliyê me  di nav van eşîran de Kurd hene, lê Ereb jî zêdetir in. Di nav partiya min de hevalên min ên Kurd hene, parlamenterên me yên Kurd hene, di nava me de tu pirsgirêk tune ye. Niha li herêmên başûr û rojhilatê welat, partiya me duyemîn e û bi giranî welatiyên Kurd li vir dijîn.”

Erdogan herwiha got: “Weke dewlet me veberhênanên gelek cidî li van herêman kir. Em nabêjin li vê herêmê Kurd lê dijîn û em ê li vir razemeniyê nekin. Tirk jî û Kurd jî hemwelatiyên min in, Ereb jî welatiyên min in. Em tu carî cudahiyê di navbera wan de nakin û me qet nekiriye. Em niha di heman helwestê de ne. Nêzîkatiya me ya li hemberî hemû welatiyên me yek e.”

Serokomarê Tirkiyê li ser pirsa “Weke Tirkiye niyeta we heye ku hûn bi awayekî daîmî rê li ber Swêd û Fînlandayê bigirin ku tevlî NATOyê bibin?” got, "Divê hûn vê carê bibînin, li vir bi taybetî jî Swêd hema bêje bûye weke kurka terorê."

Erdogan dibêje ku "terorîst" gihîştine heta nav parlamentoya Swêdê û got: “Me gelek caran belge dane aliyê Swêdî ku terorîst li kolanên Stockholmê dimeşin, pankartên serkirdeyê terorîstan hildigirin û êrîşî Tirkên me yên saf ên li Swêdê dikin. Eger hûn bibêjin ‘Ma Fînlanda jî wiha ye?’ Nexêr ne wek Swêdê ye. Di vê demê de ew aramtir in û rewş di bin kontrola wan de ne. Lê li Swêdê serdestiyek wiha tune. Her tim bi hincetekî bersivê didin me. Dibêjin, ‘ev li gor destûra me dikeve çaroveya azadiyan de’. Ez jî dibêjim, tu eleqeya terorê bi azadiyê re nîne, di pênaseya azadiyê de cihê terorê nîne, ji ber vê yekê eger hûn têkoşîna xwe li dijî van terorîstan bidin meşandin, em dê her cure piştgiriyê bidin vê yekê. Bêguman biryara dawî parlamentoya me dide.”

Erdogan herwiha got: “Ez dixwazim li vir tiştekî din jî bînim ziman, piştî ku me çend hevdîtin kir, mixabin em dibînin ku hêj li kolanên Stockholmê meşên terorîstan berdewam in. Hilbijartin li wî welatî çêbû. Partiya ku nû bi ser ket, di got ku ew dê destûrê nedin wan. Hêvîdarim rê li bi wan terorîstan neyê dayîn û wê demê em jî dê hemû hêsankariyan ji bo Swêdê bikin.”