Bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê Foruma El Rafîdeyn dê birêve biçe
Hewlêr (K24) – Navenda El Rafîdeyn a Diyalogê, Saziya Kurdistan24ê weke sponsora medyayî ji bo Foruma El Rafîdeyn hilbijart, ku hefteya bê dê birêve biçe.
Rêveberiyên kanala Kurdistan24ê û Navenda El Rafîdeyn a Diyalogê "girêbesta sponsoriya medyayî" îmze kirin ji bo çaremîn xula forûmê ku dê li jêr navê "Cîhan di Guherînê de ye" were lidarxistin.
Li gor girêbestê, Kurdistan24 dê panel û gotarên li nav forûmê di nava çar rojan de biweşîne, ku roja duşemê 26ê Îlonê dest pê dike heta 29ê Îlonê.
Di forûmê de 300 kesayetên siyasî, akademîsyenên navdewletî, lêkolîner û rewşenbîrên 33 welatan beşdar dibin.
ARMANCÊN FORUMÊ
- Pêşkêşkirina destpêşxeriyên niştimanî û navdewletî li ser wan mijaran ku behsa wan dikin, bi handana beşdaran ku bi awayî rastîn li kêşeyên niştimanî, navçeyî û cîhanî binêrin, herwiha hişmendî û fikirîna erênî bibe karê pêşî, da ku bigihin çareserkirina kêşeyan.
- Merkeza Iraqê ew e ku bibe cihek ji bo diyaloga avaker li ser pêşhateyên cîhanî, herwiha egera mazûvaniya forûm û konferansên navdewletî hebe ku bi kûrahî behsa wan dosyeyan bikin û raspardeyên pratîkî der bikin.
- Bilindkirina pêwendiya zanistî ya navbera biryarderên Iraqî, Erebî, biyanî, bi taybetî zanîngeh û rêxistinên nehikûmî yên navxwe û navdewletî û biryarderan.
- Dewlemendkirina gotûbêja li ser mijarên siyasî, civakî, aborî, jîngehî, ewlehiyên cîhanî, axaftina li ser bandorên wan, destnîşankirina kêşeyan û rêyên reftara erênî ligel wan.
- Danûstandina fikr û ramanan û bilindkirina hevkariya navbera navendên lêkolîn û fikirînê li cîhan û navçeyê, bi awayekî ku pêwendiyan bihêz bike ji bo dîtina çareseriya bibandor bo kêşeyên cîhanî yên hevçerx.
FORUM VAN WORKSHOPAN LI XWE DIGRE:
1- Guherîna Dîjîtal: Ji erdê heta fezayê… Ji bo geşeya aborî derfet e yan li ser asayîşa cîhanê metirsî ye?
2- Sektora Enerjiyê: Pêwîstiyên hikûmraniyê… Rêyên hemecûrekirinê… Asoya berdewamiyê.
3- Cîhan di guherînê de ye: Ji rêkeftina Parîsê heya peymana keşûhewayê ya Glasgow.
4- Sîstema gendeliyê: Belayekî berdewam… Çareseriya tirsnok.
5- Destûra Iraqê: Binpêkirina berdewam… Sererastkirinên girtî.. Çareseriya nediyar.
6- Rola rêxistinên nehikûmî di arastekirina siyasetên giştî de û piştevanîkirina serweriya yasayan.
FORUM DÊ DI RÛNIŞTINÊN XWE DE LI SER VAN MIJARAN NÎQAŞAN BIKE:
- Cîhan Piştî Şerê Rûsya Û Ukraynayê: Bandorên Jeosiyasî Û Asoya Şerê Cîhanî.
- “Piştîne û Rê” û "Deriyê Cîhanî": Hevbirîna Stratejiyan û Cemsergîriya navdewletî.
- Bingehên Yasadanînê: Bihêzkirina Rolan Ber Bi Avakirina Dewleta Welatîbûnê.
- Polîtîkayên Darayî: Xurtkirina Vejandinê Ji Hevkariya Navdewletî Ber Bi Pîşesaziya Vejînê.
- Berdewamiya Ewlehiya Xwarekê: Zincîreyên Peydakirinê û Stratejiyên Rûbirûbûnê.
- Veberhênana li Rojhilata Navîn: Derfetên Rakêşanê, Handan û Kêmkirina Neyeksaniyê.
- Lûtkeya Bexda bo Hevkarî û Hevbeşî: Pêwîstîyên Kiryarên Erênî Bo Rûbirûbûna Astengiyan.
- Krîzên Maxreba Erebî “Tûnis û Lîbya”: Diyalektîka Pevçûnê û Kêşeyên Desthilatê.
- Pêwendiyên Iraq û Behreyn: Asoya Hevkarî û Hevbeşî
- Efxanîstan: Pêşerojeke Nediyar di Navbera Milmilane Nûjenbûn û Bijardeyên Pêkvejiyanê.
- Ji Meydanên Xwenîşandanê Heta Qubeya Parlamentoyê: Diyalektîka Guherînê û Asayonên Pêşerojê.
- Karînên Parastinê û Hewldanên Ewlehiyê ji bo Xurtkirina Serwerî û Parastina Civakê, Stûnên Bingehîn in.
- Pirsgirêkên Xwendina Bilind: Krîza Lêkolînên Zanistî, Bandorên Siyasî û Pêwîstiyên Serxwebûnê.
- Eşîrên îraqê.. Reseniya Kevneşopiyan.. Pêwîstiya Nûjeniyê.. Rola Erênî.
Kesayetên siyasî, akademîsyen û lêkolînerên ku dê beşdarî forûmê bibin: