Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Amerîkayê protokola hevtêgihiştinê îmze kirin

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkara Wezîrê Berevaniyê Celeste Wallender û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl protokoleke hevtêgihiştinê hat îmzekirin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevanî ya Amerîkayê îro çarşemê 21ê Îlona 2022yan protokola hevtêgihiştinê îmze kirin.

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkara Wezîrê Berevaniyê Celeste Wallender û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl protokoleke hevtêgihiştinê di navbera Wezareta Berevanî ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin, Alîkara Wezîrê Berevaniyê Celeste Wallender û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl protokola hevtêgihiştinê ya nûkirî ya navbera Wezareta Berevanî ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge îmze kirin ji bi berdewamiya piştevanîkirina Pêşmerge di operasyonên têkbirina DAIŞê de.

Sala 2016an, cara yekm protokola hevtêgihiştinê di navbera van du wezaretan de hatibû îmzekirin û derbarê vê yekê de Serokatiya Herêmê eşkere kir, ev protokol rengdana hevahengiya demdirêj a navbera Amerîka û xelkê Herêma Kurdistanê ye û herwiha pabendiya hevbeşiyê ye ji bo têkbirina yekcarî ya DAIŞê.

Li gor daxuyaniyê, bi rêya vê hevtêgihiştinê, Amerîka pabendiya xwe ji bo piştevanîkirina rol û beşdariya hêzên Pêşmerge dûpat dike du operasyonên têkbirina DAIŞê de weke pêkhateyeke hêzên ewlehiyê yên Iraqê.

Hat eşkerekirin ku protokola hevtêgihiştinê, him destnîşana wan pêşveçûnan dike ku di warê çaksaziya bingehîn a saziyan de hatiye bidestxistin û him jî pabendiya Wezareta Pêşmerge ji bo encamdana çaksaziya bêhtir bi armanca zêdetir profesyonelkirina hêzên xwe, li xwe digre.

Li ser vê mijarê, Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de spasiya hevkariyên berdewam ên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî di twîta xwe de nivîsand: “Ez xweşhal bûm bi dîtina Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Celeste Wallender û serperiştîkirina merasîma îmzekirina protokola hevtêgihiştina navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Amerîkayê.”

Herwiha îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Celeste Wallender civiya.

Hat diyarkirin ku çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê, çend mijarên din ên civînê bûn, ku Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê Ervin Hicks Jr amade bûn.