Amarên qurbaniyên Rojhilatê Kurdistanê: 22 kuştî û 733 birîndar

Ji roja yekem a xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê heta niha, 22 kesan canê xwe ji dest dane, ku ji wan navên 15 kesan eşkere bûne, herwiha 733 kes jî birîndar bûne.

Hewlêr (K24) – Ji roja yekem a xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê heta niha, 22 kesan canê xwe ji dest dane, ku ji wan navên 15 kesan eşkere bûne, herwiha 733 kes jî birîndar bûne.

Xwepêşandan û nîşandana nerazîbûnê li Rojhilatê Kurdistanê û bi dehan bajarên Îranê û bi taybetî jî li bajarên mezin didomin, hejmara qurbaniyan jî li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe.

Nîşandana nerazîbûnê piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsên Tehranê ve serî hilda, Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê ji welatiyan daxwaz kir ku roja duşemê 19ê Îlonê greva giştî birêve bibin û neçin ser karên xwe.

Piştî wê bangewaziya roja duşemê, li 24 bajarên Rojhilatê Kurdistanê grev hatin kirin. Êvara wê rojê li 13 bajaran xwepêşandan hatin kirin û di encama midaxeleya hêzên ewlehiyê ve li 12 bajaran xwepêşandan ber bi tundûtûjiyê ve çûn.

Roja din jî xwepêşandan li 14 bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam bûn û li 8 bajaran hêzên ewlehiyê teqe li xelkê kirin.

Li ser banga çalakvan û rêxistinên sivîl, xwepêşandan êvara çarşemê jî li 14 bajaran berdewam bûn û li 12 bajaran hêzên ewlehiyê rûbirûyî xelkê bûn.

Di encama xwepêşandanên van çend rojan de heta niha herî kêm 22 kes ku navên 15 kesan eşkere bûne, li Rojhilatê Kurdistanê bi teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin. Herwiha di nava van çend rojan de herî kêm 733 kes jî birîndar bûn û nêzîkî hezar kes jî hatin desteserkirin.