Li nav bajarê Efrînê teqînekê rûda

Kuştî û birîndar hene.
Efrîn
Efrîn

Hewlêr (K24) – Li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê motorsîkleteke bombekirî teqiya û li gor zanyariyên destpêkê, kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, li ser cadeya Raco ya li nav bajarê Efrînê, motorsîkleteke bombekirî teqiya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Efrîn
Efrîn