Kemal Kerkûkî: Divê li Parlamentoya Kurdistanê parêzgarek ji bo Kerkûkê were hilbijartin

Serokê Encûmena Serkirdetiya Kerkûk – Germiyanê Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ragihand, mafê gelê Kurd e ku bi rêya nûnerên gel, li Parlamentoya Kurdistanê, Parêzgarê Kerkûkê were diyarkirin û danîn.
Kemal Kerkûkî
Kemal Kerkûkî

Hewlêr (K24) – Serokê Encûmena Serkirdetiya Kerkûk – Germiyanê Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ragihand, mafê gelê Kurd e ku bi rêya nûnerên gel, li Parlamentoya Kurdistanê, Parêzgarê Kerkûkê were diyarkirin û danîn.

Kemal Kerkûkî di daxuyaniya xwe de ragihandiye: “Hemû postên li Herêma Kurdistanê û ew postên li Bexdayê jî, heqê gelê Kurd in û mafê gelê Kurdistanê ne, ne ku tapoya kesek an partiyeke siyasî yan çekdarî yan kesayetekî diyarkirî ye.”

Kerkûkî destnîşan dike: “Piraniya nişteciyên Kerkûkê Kurd in û di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de Lîsteya Biratiyê ji 41 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, 26 kursî bi dest xistin, loma Parêzgarê Kerkûkê heqê Kurdan e û divê Kurd parêzgarek diyar bikin û deynin.”

Herwiha diyar dike: “Ji ber ku ev mafê Kurdan e, mafê gelê Kurdistanê ye jî bi rêya nûnerên gel, li Parlamentoya Kurdistanê, parêzgarê xwe diyar bike û deyne.”