15 koçberan li peravên Sûriyê canê xwe ji dest dan

Li peravên Sûriyê, 15 koçberan ji ber ku belema wan noqî avê bû, canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li peravên Sûriyê, 15 koçberan ji ber ku belema wan noqî avê bû, canê xwe ji dest dan.

Rêveberê Giştî yê Benderên Sûriyê Samir Qibrislî ragihand, li nêzîkî peravên Tertûsê, 15 koçberan canê xwe ji dest dan û 8 kes hatin rizgarkirin.

Samir Qibrislî eşkere kir, ew koçber ji Lubnanê bi rê ketine û hejmarek ji qurbaniyan xelkê welatên din in.

Herwiha diyar kir, ew ji bo lêgerîn û rizgarkirina koçberan xebatên xwe didomînin.

Ji ber xirabiya rewşa derbarê, bi salan e ji Lubnanê bi hezaran kes weke koçber bi rêya deryayê berê xwe didin Qibrisê û beşek ji wan ji ber binavketina belemên wan canê xwe ji dest didin.

Welatiyên Filistîn, Sûriye û Lubnanê bi rêya deryayê hewl didin derbasî Yûnanistanê bibin.