Fuad Husên: Di proseya siyasî ya Iraqê de roleke girîng a Herêma Kurdistanê heye

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di çarçoveya beşdarbûna civîna salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand, heta çar salên din Amerîka dê alîkariya hêzên Pêşmerge bike.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di çarçoveya beşdarbûna civîna salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand, heta çar salên din Amerîka dê alîkariya hêzên Pêşmerge bike û divê PDK û YNK li hev bikin, da ku roleke girîng di proseya siyasî ya Iraqê de bilîzin.

Fuad Husên li New Yorkê ji Kurdistan24ê re ragihand, rola Herêma Kurdistanê girîng e û dikare roleke mezin di pêkanîna hikûmeta Iraqê de bilîze.

Husên diyar kir: “Divê PDK û YNK li hev bikin û herdu alî û aliyên din ên Kurdî li Bexdayê li ser siyaseta hikûmeta nû bandora wan hebe.”

Derbarê beşdariya Iraqê di civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî de, Wezîrê Derve yê Iraqê got: “Weke dewlet, Iraq ji cîhanê cuda nîne û berjewendiyên wê yên aborî, siyasî û stratejîk hene, hemû ew welatên ku me ew dîtin, tekezî li ser wê yekê dikin ku divê aliyên Iraqî bigihin rêkeftinê û hikûmet were avakirin.”

Herwiha eşker kir: “Welatên cîran, Ewrûpa û Amerîka tekezî kirin ku ew destwerdanê nakin di pêkanîna hikûmetê de, ji bo wan girîng e ku ew bi xwe hikûmetê pêk bînin, eger Herêm û Bexda hevkar bin, dikarin hikûmetekê ava bikin.”

Li ser alîkariya Amerîkayê bo Pêşmerge, Wezîrê Derve yê Iraqê got: “Çendîn sal in Amerîka alîkariya Pêşmerge dike û pêwîstiya Amerîkayê bi rizamendiya Iraqê heye û tiştê ku min fêm kir, Serokwezîrê Iraqê jî rizamendî nîşan daye û ji bo çar salên din, ew alîkarî dê berdewam bin.”