Almanya: Em ê mafê penaberiyê bidin leşkerên ku ji Rûsyayê direvin

Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faese ragihand, kesên ku li Rûsyayê red dikin ku tevlî artêşê bibin, dikarin ji bo penaberiyê serî li Almanyayê bidin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faese ragihand, kesên ku li Rûsyayê red dikin ku tevlî artêşê bibin, dikarin ji bo penaberiyê serî li Almanyayê bidin.

Nancy Faeser ji rojnameya Frankfurter Allgemeine Sonntagszeitung re axivî û got “Wekî rêbaz, leşkerên reviyayî yên di bin gefa zextên giran de, li Almanyayê sûdê ji parastina navneteweyî digirin. Her kesê ku bi wêrekî li dijî rejîma Vladimir Putin derdikeve û ji ber vê yekê xwe dixe metirsiyeke mezin, dikare bi hinceta zextên siyasî li Almanyayî serî li penaberiyê bide."

Faeser diyar kir ku Almanya ji xwe bi mehan e mûxalîfên Rûs ên ku zilm dîtine û gef li wan tên xwarin, qebûl dike.

Wezîrê Dadê yê Almanyayê Marco Buschmann jî ragihand: “Her kesê ku ji Putin nefret dike û ji demokrasiya lîberal hez dike, dikare li Almanyayê beşdarî me bibe.”

Piştî biryara seferberiya qismî ya Putin, bi hezaren kes berê xwe dan sînorên welatên cîran, lê Letonya, Lîtvanya û Estonyayê ragihandin ku mafê penaberiyê nadin wan kesên ku ji Rûsyayê direvin.