Çîroka Ahmet Onder ê ku bê welat e bû belgefîlm

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ahmet Onder ê ku 36 sal e wek welatî nayê qebûl kirin û bê welat e, li Diyarbekirê dijî. belgefîlma ‘Qet ango Hîç’ ku behsa jîyana wî dike,  ji bo pênîşandana festivalên nevneteweyî hatiye bijartin.

Ahmet Onder, kurê bavekî ku memur ango peywirdarekî dewleta Tirkiyê buye û ji ber peywira bavê xwe li Sêrtê jidayîk bûye. Onder heta 20 salîya xwe wek welatiyekî Tirkiyê, jiyana xwe berdewam dike. Lê piştî 20 salîya wî, çîroka wî diguhêre, ji leşkeriyê fîrar dike û piştî 8 salan jî pê dihese ku ji welatîbûnê hatiye derkirin.

Ahmet Onderê bê watan, niha bavê 4 zaroka ye û kurekî wî 4 sal e di girtîgehê de ye, lê ji ber nasnameya wî nîn e, nikare kurê xwe jî bibîne.

Li ser Ahmet Onder wek nasname kaxizek hatiye dayîn ku tê dinivîse ‘bê watan’. Ahmet Onder balê dikşîne ku tu tawanekî wî yê ku ji welatîbûnê bê derkirin tune ye û daxwaza ku welatîbûn û mafên wî bên îade kirin dike. 

Ahmet Onder ji K24ê re dibêje: “7 sal bi ser fîrara min de derbas bû, ez daxilî şerekî xizmên xwe bûm û dema ku ji ber wê dozê çûm mehkemê, li mehkemê ji min re gotin te ji welatîbûnê derxistine. Ez niha hem heme, hem tune me, min kirinê wê rewşê. Tu mafekî min yê civakî tune ye, ji Surîyê, ji ciyên din penaber tên vê derê, dewlet nasname dide wan, mafên civakî dide wa. Lê yê min nasnameya min jî tune ye. Min çiqas serîlêdan kiriye jî her bersîvên red kirinê tên.”

Rojnamevan û Derhênerê belgefîlma Qet Fûad Bûlût jî, 5 sal berê çîroka Ahmet Onder dizane û piştî ku yekem car nûçeya wî çê dike, dest bi çêkirina belgefîlma wî jî dike. Fûat bixwe jî ji leşkeriyê fîrar kirî ye, lê welatîbûna wî nehatiye betal kirin û balê dikşîne ku fîrarkirina ji leşkerîyê hênceteke hiqûqî ya derkirina welatîbûnê nîn e.

Fûad Bûlût dibêje: “Balkêşiya çîroka Ahmet Onder, jiyana wî heye, malbata wî heye, zarokên wî û neviyên wî hene, lê di fermiyetê de, di hiqûqa dewletê de hebûna wî nayê hesibandin. Wekî welatiiyekî bê watan dijî. Min çîroka Ahmet Onder û ya xwe nêzîk dît û xwest ku balê bikşînim li ser rewşa me.”

Li Tirkiyê kirina leşkeriyê ango çûna leşkeriyê, wek dildarî di hiqûqê de tê pênasekirin. Lê di pratîkê de wisa birêve naçe. Çûyîna leşkeriyê li Tirkiyê wek mîsogerî tê ferz kirin. Ahmet Onder jî di sala 1986’an de ku diçe leşkerÎyê û ji ber pirsgirêkên malbatî mecbûr dimîne fîrar bike, j welatîbûnê tê avêtin. 36 sal e ku Ahmet Onder, bê welat jiyana xwe berdewam dike û ji hemû mafên xwe jî bêpar e. Ahmet daxwaz dike ku demildest nasname û mafên wî bo wî bên dayîn.”