Îran careke din navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro careke din topxaneya komara Îslamî ya Îranê navçeyên nahiya Sîdekanê yên sînorî topbaran dike.

Peyamnêrê K24ê li deverê, topxaneya Îranê îro danê sibê careke din çiyayên Berzîn û Seqer û zozanên Hornê da ber topan.

Peyamnêrê me got jî, cotkar û koçerên li wê deverê ji ber tirsa topbaranê, ew dever bi cih hîştin.

Diyar kir jî, topbarana Îranê li ser navçeyên sînorî yên devera Biradost li sînorê nahiya Sîdekanê bi giranî berdewam e û di du rojên borî de gelek gundî ji bo selametiya xwe, berê xwe dane navenda nahiya Sîdekanê.