Hişyar Ozalp: Ciwanên Kurd piştî êrîşa medyaya Tirkiyê hatin binçavkirin

Mafnas Hişyar Ozalp li ser binçavkirina ciwanên Kurd ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê diyar kir, li ser medyaya civakî û li medyaya Tirkiyê êrîşeke mezin li dijî Ala Kurdistanê hat kirin û piştî wê, Parêzgariya Diyarbekirê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyanî dan û ew ciwan hatin binçavkirin.
Mafnas Hişyar Ozalp
Mafnas Hişyar Ozalp

Hewlêr (K24) – Mafnas Hişyar Ozalp li ser binçavkirina ciwanên Kurd ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê diyar kir, li ser medyaya civakî û li medyaya Tirkiyê êrîşeke mezin li dijî Ala Kurdistanê hat kirin û piştî wê, Parêzgariya Diyarbekirê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyanî dan û ew ciwan hatin binçavkirin.

Hişyar Ozalp li bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser binçavkirina ciwanan piştî lîstika Amedspor-Bursasporê, ku ciwanên Kurd di stadyûmê de Ala Kurdistanê bilind kiribûn, ragihand: “Hêzên ewlehiyê di nava naverokê de dibêjin Ala Kurdistanê bilind kirine, an jî dirûşmên 'Bijî Kurdistan' gotine, lê tawana arastekirî ya ji bo kesên hatine binçavkirin, weke propagandaya PKKê bi nav kirine, lê diyar e ku kesên hatine binçavkirin, ne alîgirên PKKê ne.”

Ozalp destnîşan kir: “Hemû Kurd û Kurdistanî, dikarin xwedî li nirxên xwe derkevin, weke her kes û her milletên li ser dinyayê, heqê wan heye ku alaya xwe biparêzin, bi alaya xwe serbilind bin, an jî ji bo welatê xwe bibêjin 'Bijî'.”

Mafsan Hişyar Ozalp bal kişand ser sedema binçavkirina wan ciwanan ku li ser medyaya civakî û li medyaya Tirkiyê êrîşeke mezin li dijî Ala Kurdistanê hat kirin û piştî wê, Parêzgariya Diyarbekirê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyanî dan û ew ciwan hatin binçavkirin.

Herwiha eşkere kir ku heta niha 5 kes ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê hatine binçavkirin û di nav wan de zarokek jî heye.