Mesrûr Barzanî li Duhokê 420 şuqeyan li malbatên şehîdan dabeş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Duhokê 420 şuqeyan (apartment) li malbatên şehîdan dabeş dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Îlona 2022an li Duhokê di merasîmekê de ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatiye birêkxistin de, dê 420 şuqeyan li malbatên şehîdên Kurdistanê dabeş bike.

Ev şuqe li projeya bi navê yekeyên niştibûnê “Roj City” li nava bajarê Duhokê ne. Ev proje jî ji 25 balaxaneyan pêk tê û bi awa û dîzayneke serdemyane hatine avakirin.

Ew 25 balaxane ji 880 şuqeyan pêk tê û rûbera her şuqeyekê 160 – 168 metroyan çargoşe ye. Di nava wê projeyê de, dibistan, nexweşxane, mizgeft, moll, bazar, hola werzişê, hêlên veguhatinê û xwaringeh jî hene.

Her çend e ev proje, kareteke taybet e, lê Dezgeha Xêrxwazî ya barzanî di projeyê de xwediya 425 şuqeyan e û dê li malbatên şehîdan belav dike.