22 kes li ser bûyera êrîşa Mêrsînê hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê piştî kuştina polîsekî, di serdegirtina malan de 22 kes hatin binçavkirin.

Rêveberiya Tekoşîna li Dijî Terorê ya Mêrsînê li ser kuştina polîsekî li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, dest bi lêpirsînê kiribû. Piştî du rojan di serdegirtina malan de, 22 kes bi egera destê wan di êrişê de hene hatin binçavkirin.

Li gor zanyariyan kesên hatine binçavkirin, ji bo Rêveberiya Polîsan hatin veguhestin û lêpirsîn bi wan re hatiye destpêkirin.

Roja 26ê vê mehê li Mêrsînê di encama êrişeke çekdarî de polîsekî Tirkiyê hatibû kuştin û 4 kes jî birîndar bûbûn. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê piştî êrişê ragihandibû, êriş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.

Heta niha PKKê ti daxuyaniyek li ser vê êrişê belav nekiriye.