Husên Yezdanpena: Di êrîşên Îranê de ziyanên canî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêzên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpena tekez dike, êrîşên giran li baregehên wan tên kirin û ziyanên canî jî hene.

Husên Yezdanpena ji K24ê re ragihand, êrîşên tund ji aliyê Îranê ve li ser baregehên wan ên li mihwera Kerkûk li Pirdê hatine kirin û ziyanên canî yên mezin hene.

Got jî: Êrîş bi riya mûşek û droneyan hatine kirin û heta niha jî berdewam in.

Di heman demê de jî, Îran bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê.

Di wê derbarê de, Cîgirê Sekreterê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Reza Kehbî ji K24ê re diyar kir, berî bîstekê baregehên partiya wan li nêzîkî riya sereke ya Silêmanî – Qeredax hatin armanckirin û di encamê de beşek ji baregehê hilweşiya.

Reza Kehbî destnîşan kir, heta niha ti ziyaneke canî di encama êrîşa Îranê de derneketiye û tîmên wan ên tendirustiyê jî di rewşa amadehiyê de ne.